Yusuf Aslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Yusuf Aslan, di sala 1947'an de li gundekî Yozgatê hate dinê. Hindekariya xwe ya navîn li dorhêleke oldar û antî-komînîst qedand. Di sala 1966'an de ket ODTU'yê. Hîna saleke wî neqediya bû tevlî kulûba ramanên Sosyalîst a ODTU'yê bû, di nava Dev-Genç'ê de dest bi xebatan kir. Piştî vê demê destpêkê di dibistana amadekariyê de paşê jî li fakulteya Endezyartiyê de di rêxistina çalakiyên boykotê û dagirkirina ODTU'yê de yek ji pêşengên zîrek bû. Çalakiya ku destpêkê jê hate darizandin, şewitandina wesayeta sefîrê Amerîka û ajanê CIA Commer bû. Di sala 1969'an de tevî hevalên xwe çû Fîlîstînê. Li vê derê fêrî pîlotiya helîkopter û balafiran bû. Ji traktorê bigir heta helîkopterê hemû cûreyên wesayetan bi hostatiyeke mezin bikardianî. Di sala 1970'yî de tevî Yusuf Aslan û Deniz Gezmîş dema diçû tevlî koma gerîla ya li çiyayên Nûrhakê bibe li Şarkişlaya Sêwasê birîndar hate girtin. Li dadgehên rêvebiriya awerte hate darizandin. Di 6'ê Gulana 1972'yan de tevî Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan hate dardekirin.

Çavkanî