Salnameya julianî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Salnameya julianî an salnameya juliyen, bi kurdî salnameya romî jî tê gotin, dema Julius Caesar de bi fermana wî hat perisandin û ew heta sedsala 20'an li hin dernên cîhanê dihat bikaranîn. Ew di sedsala 16'an de bi fermana papa Gregor XIII hat çerixa salnameya gregorî kirin. Di wê salnameyê de salên normal ji 365 rojan û 12 mehan pêk hatî bû. Li çar salan de salek jî wek sala bermayî dihat hejmartin û rojak dihat serve Reşemî kirin û ew sala 366 rojan de dawî dibû. Yanê salên Salnameya julianî wek 365,25 rojan dihat hesandin.

Dîrok

Li împeratoriya Romê berê pêş de salnameya heyvê ji yewnaniyan standî bûn dihat bikaranîn. Lê, wê demên dirêj de bi salnameya rojê ve gelek şaşî dide. Ji bo vê sedemê Julius Caesar ji astronomînasekî misirî yê bi navê Sosigenes de ji bo salnameyeke nû xebat xwest. Di 46 b.z. de bi dawî hat û dest bi bikaranîna wê kirin. Ew salnameya ji 365 rojan, 12 mehên 30 an 31 rojan de pêk hatî bû. Navên mehan jî wiha bûn: Ianuarius, Februarius, Martius, Aprilis, Maius, Iunius, Quintilis, Sextilis, September, October, November, û December. Lê hin mehên ji pê re bi navên împeratoran wek Julius û August hat navendin.

Bi tenê sala 46 b.z. bi armanca salê roj û bi salnameya berê wekhev bikin, ji sala normal 355 rojan de hat dirêja 445 rojan kirin.

Sersala Salnameya Julianî li Împeratoriya Romê bi tûnî dihat bikaranîn jî sersala salname navçe bi navçe ji sedemên olî de ciyawazî he bû. Li Misir 29'ê gelawêjê, Konstantînopolîs ango Bîzansê û Rûsyayê 1'ê rezberê, welatên rojavaya Deryaya Marmara 25'ê berfanbarê bû.

Salnameya Gregorî

Ji bo sala Salnameya julianî 365,25 rojan dajot, lê bi rastî dinê dor roj re hindik kêm wextê de, nêzî 11 hûrdeman, çerx dibû di sedsala 14'an de cîyawazî êdî gelek mezin bibû. Wê salname bi rastî re 128 salan de rojek şaşî dikir. Di sedsala 16'an de cîyawazî wiqas mezin bû ku, biharê êdî şuna 21'ê adarê di 11'ê adarê de dest pê dikir. Di 1582an de papa Gregor XIII Salnameya pê re bi navê xwe hat navandînî salnameya gregorî perisand. Ji bo cîyawaziya salnameya julianî û rastî mezin bûyî were girtin jî wî 4'ê rezberê 1582an wek 15'ê rezberê 1582an guhert. Sala Bermayî jî êdî na li her çar salan carakê 400 salan de 93 salan dihat dîtîn. Lê ew Salnameya bitenê welatên katolîk hat bikaranîn. Li welatên protestan Salnameya julianî heta sedsala 18'an hat bikaranîn. Hin dewletên xiristiyanên ortodoks wek Rûsya û Serbistan, hîn jî cejnên xwe gorî salnameya julianî pîroz dikin. Ji bo wê sedemê ewna cejna Noelê di 7'ê rebendanê de pîroz dikin.

Bibîne