Salnameya gregorî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Papa Gregorê sêzdehem (Gregor XIII)

Salnameya gregorî (wekì salnameya gregoriyen û salnameya mìladî û salnameya zayinî jî dihêt naskirin), bi navê Papa Gregor XIII hatiye navkirin û îro salnameya herî belav ya dinyayê ye. Ew li sedsala 16'an wekî berdêlek ji bo rastvekirina kêmasî û şaşîyên Salnameya julianî hat pejirandin. Ew ji 12 mehan pêk dihê û dirêjahiya wan mehan wiha ye:

Rêz Nav Jimareya Rojan
1 January 31
2 February 28 an 29
3 March 31
4 April 30
5 May 31
6 June 30
7 July 31
8 August 31
9 September 30
10 October 31
11 November 30
12 December 31

Ew wekî rastvekirin û deqîqtirkirineka Salnameya Jûlîyanî hat danan û dirêjîya salê bi qasî 0.002% deqîqtir dipîva. Armanja wê guhartinê ew bû ko cidatî û jihevtirazana salnameyê û destpêkên werzan, nemaze destpêka biharê ko ji bo dîyarkirina roja gêjin anko cejna Qîyametê an Hêkesorê giring bû, nehêle.

Şêwra yekem a Nîkeyê, li sala 325, ji bo roja pîrozkirina cejna Hêkesorê wek yekşemahîva tijîya pêşîna pê biharê destpêkir (Newroz, Ekinoksa pêşin) şunda hat dîtîn re hat bîryar dan. Di 325an de biharê di 21'ê adarê de destpê kir. Wê demê salnameya julianî dihat bikaranîn û ew salên normal ji 12 mehan û 365 rojan pêk hatî bû. Lê bi rastî salak wek 365,25 rojan, 365 rojan 6 saet, hatî bû hejmartin. Ji bo wê sedemê li çar salan rojek serve salên normal dikirin û ew sala 366 rojan dajot. Bi wan salên 366 rojan dajot re sala bermayî dihat gotin. Lê bi rastî salek 365,242190517 rojan dajo. Ew 365 rojan, 5 saetan, 48 hûrdeman û 45,25 çirkan ve yek e.

Gorî salnameya julianî salek ji 365,25 rojan pêk dihat. Navbera salên salnameya julianî û rastî de nêzi 11 hûrdeman ferq he bû. Ji bo wê ferqê 11 hûrdeman 128 salan de rojek pir dihat hejmartin. Di sedsala 16'an ew ferqa 11 hûrdeman wiqas mezin bû ko, biharê 1582'an êdî 11'ê adarê de dest pê dikir.

Ji bo bihar di dema rast de di 21'ê adarê dest pê bike û cejna Hêkesorê di dema rast de were pîroz kirin di 1582an de berwara 4'ê kewçêrê hat wergera 5'ê kewçêrê ye kirin û roja hefte hat neguhertin. Pê wê saz kirine re di 1583an de biharê şunda di 21'ê adarê dest pê kir. Êdî gorî salnameya gregorî sal wek 365,2425 dihat hejmartin û li 400 salan de 303 sal normal 97 sal wek salên bermayî dihat hejmartin. Gorî sala julian li 4 salan salek sala bermayî bû. Gorî salnameya gregorî dîsa 4 salan de salek sala bermayî ye, lê salên bi 100 î par dibin û 400 î par nabin (wekok 2100, 2200) wek sala bermayî nehejmartin û 29'ê reşemiyê tune ye. Lê salên bi hem 100î hem jî 400î tê par kirin (wekok 2000, 2400) dîsa sala Bermayî tê hejmertin û di wan salan de 29'ê reşemiyê he ye. Yanê,

  • 2000: sala bermayî, ango 29'ê reşemiyê heye
  • 2100: sala bermayî, ango 29'ê reşemiyê tune
  • 2200: sala bermayî, ango 29'ê reşemiyê tune
  • 2300: sala bermayî, ango 29'ê reşemiyê tune
  • 2400: sala bermayî, ango 29'ê reşemiyê heye

Lê gorî hejmertinên astronomî, yanê bi rastî, sala gregorî jî 0,000310 (= 27 çirkan) roj li rastî zêdetir e. Ji bo wê sedemê li 3230 rojan şunda ekînoks pêşin, ango destpêka biharê, dîsa dikê rojekê pêş de pê bike.

Girêdanên Derve